Bi salan piştî destpêkirina qirkirina li ser Êzidiyan, zêdetirî 200 000 kes hîn jî li kampên Iraqî koçber bûne.

Gelek ji wan jin û zarok in. Xeyrî Murad xwişka xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiya Murad e. Ev çîroka wê ye.

Navê min Xeyrî Mûrad e û xwişka Nadiya me.
Êzdî li kampên cuda yên Iraqê koçber bûne. Xeyrî Murad li yek ji wan li bakurê Iraqê ye.
Ji 15ê Tebaxa 2014ê heta 24ê Çileya 2015ê ez girtiyê DAIŞê bûm.
"Em çar xwişk û 12 bira bûn. Nadia ya herî biçûk bû. Beriya qirkirina 2014’an xwendekar bû."
"Di qirkirina 2014an de, dema gundê me Koço yê li bakurê Iraqê wêran bû, min şeş bira û dayika xwe winda kirin."
Di 15ê Tebaxê de DAIŞê em li dibistanekê kom kirin û hemû jin û zarok birin qata duyemîn a avahiya dibistanê. Hemû mêr birin der û dora gund û kuştin.

Zêdetirî 5 000 Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatin îdamkirin
di navbera 2014 û 2016 de.

Dotira rojê DAIŞê em firot, em bi zorê li erebeyên xwe yên reş xistin û em birin. Ez û Nadiya ji hev cuda wek kole hatin firotin.

Gelek jinên ku wek kole hatibûn girtin gelek hewl dan ku birevin.

Piştî reva xwe ez çûm gundê me. Ez çûm cihê ku jin lê hatin qetilkirin. Hemû bi hev re hatin definkirin.
Li hin deveran hûn dikarin bermayiyên porê jinan bibînin. Min nizanibû ku kîjan ji mayînên diya min e.
Tiştê ku hatiye kirin nayê paşve xistin.
Ez ji Xwedê re edaletê dixwazim.

Di sala 2021’an de zêdetirî 200 000 Êzidî hê jî dijîn
li kampên penaberan li Iraqê.

Tevahiya hevpeyvînê bibînin an li kampeke penaberên Êzidî di 360° de bigerin

Ramanên xwe bi Xeyrî Murad re parve bikin
Hemî post nenas in û dê berî weşandinê ji hêla edîtorên me ve bêne pejirandin.
Quizê bistînin

Li gorî Peymana Qirkirina Neteweyên Yekbûyî "qirkirin" çi ye?

Correct! Wrong!

Êzidî kî ne?

Correct! Wrong!

Çima qetlîamên DAIŞ’ê weke qirkirina Êzidiyan hate qebûlkirin?

Correct! Wrong!

Zêdetir çîrokên vîdyoyê

Ev çîrokên vîdyoyî û wêne materyalên fêrbûnê yên ji bo karanîna di perwerdehiyê de vedihewîne.

Iraq

Lamia Beşar

Jin û zarok di encama qirkirina li ser Êzidiyan de bedelên giran didin

Zimanên berdest
English | Kurdî | عربى

Iraq

Gera aştiyê

Tevlî Misilman, Xiristiyan, Êzidî bibin dema ku ew serdana cihên kêmîneyên olî li Kurdistana Iraqê dikin

Zimanên berdest
English | Kurdî | عربى

Bali

Yekîtî

Balî hem di civakê de hem jî di nav malbatê de bi cihêrengiya olî re mijûl dibe

Zimanên berdest
English | Melayu | Bahasa Indonesia

Learn more

More information about Genocide and the Yazidis

For educators

Find more resources on education about diversity here

Contributors and sponsors

Thanks for financial support from the Norwegian Ministry of Foreign Affairs
Thanks to our partners and contributors, including:

LEAVE A COMMENT