Çîroka Lamiya

Jin û zarok di encama qirkirina li ser Êzidiyan de bedelên giran didin

Lamiya Beşar Êzidî ye ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de dîl bûye.

Ev çîroka wê ye...

Navê min Lamiya ye - Ez Êzidî ji gundê Koço yê Şengalê me
Di 15’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞê êrişî me kir û ez hatim girtin
Mêr hatin kuştin û jin û zarok jî dîl hatin girtin

Di Tebaxa 2014’an de, rêxistina terorîst a DAIŞê dest bi qirkirina Êzidiyan kir - bi hezaran kesn di nav wan de jin û zarok hatin kuştin, girtin û kolekirin.

Ez 1 sal û 8 meh di destê DAIŞê de mam. 4 caran hatim firotin û kirîn

Zêdetirî 6000 jin û keçên Êzidî dîl ketin destê DAIŞê. 1400 kes jî winda ne...

Min çar caran hewl da ku birevim. Di hewildana pêncan de ez bi du keçên din re reviyan. 30 deqîqe beriya ku em bigihêjin ewlehiyê, yek ji wan keçan bi mînekê hat kuştin...

Piraniya jinên ku ji destê DAIŞê reviyan hîn jî li kampên penaberan ên li Iraq û welatên cîran koçber bûne.

Lamiya li Koço berî girtîbûnê
Lamiya jî ji ber mayînan bi giranî birîndar bû
Piştî ku weke penaber hatiye Almanyayê, gelek emeliyat derbas bûye
Jinên Êzidî yên ku piştî destavêtina çeteyên DAIŞ'ê zarokên wan çêdibin bi taybetî di rewşeke dijwar de ne

Zarokên ku piştî destavêtina DAIŞ’ê ji jinên Êzidî çêbûne, nikarin weke Êzidî bên qeydkirin.

DAIŞ têk çû, êdî divê hesab ji wan karên hovane bê kirin

Êzidiyên rizgarbûyî li edaletê digerin, di nav de berpirsyariya sûcdarên DAIŞ'ê.

Vîdyoya xwişka Nadiya Murad bibînin

Ramanên xwe bi Lamiya re parve bikin
Hemî post nenas in û dê berî weşandinê ji hêla edîtorên me ve bêne pejirandin.

Quizê bistînin

Li gorî Peymana Qirkirina Neteweyên Yekbûyî "qirkirin" çi ye?

Correct! Wrong!

Êzidî kî ne?

Correct! Wrong!

Çima qetlîamên DAIŞ’ê weke qirkirina Êzidiyan hate qebûlkirin?

Correct! Wrong!

Zêdetir çîrokên vîdyoyê

Ev çîrokên vîdyoyî û wêne materyalên fêrbûnê yên ji bo karanîna di perwerdehiyê de vedihewîne.

Iraq

Çîroka Xeyrî Murad

Zêdetirî 200,000 kes hîn jî li kampên Iraqî koçber bûne

Zimanên berdest
English | Kurdî | عربى

Iraq

Gera aştiyê

Tevlî Misilman, Xiristiyan, Êzidî bibin dema ku ew serdana cihên kêmîneyên olî li Kurdistana Iraqê dikin

Zimanên berdest
English | Kurdî | عربى

Bali

Yekîtî

Balî hem di civakê de hem jî di nav malbatê de bi cihêrengiya olî re mijûl dibe

Zimanên berdest
English | Melayu | Bahasa Indonesia

Bêtir hîn bibin

Agahiyên zêdetir li ser Qirkirin û Êzidiyan

Related resources

For educators

Find more resources on education about diversity here

Contributors and sponsors

Thanks for financial support from the Norwegian Ministry of Foreign Affairs
Thanks to our partners and contributors, including:

LEAVE A COMMENT